Di nava 72 saetan de 3 hezar derbe û 47 kuştî li herêma bêçek

Di 72 saetên borî de herêma qaşo bêçek bû şahîdê bombebaranên dijawr û di encamê de bi dehan kuştî hene.

Di nava 72 saetan de 3 hezar derbe û 47 kuştî li herêma bêçek
21 hezîran, 2019   10:32
NAVENDA NÛÇEAYAN

Herêma qaşo bêçek li gor peymana Rûsya û Tirkiyê, di 72 saetên derbasbûyî de rastî zêdetirî 3 hezar derbeyên esîmanî û bejahî hat û li rexê jî şerên dijwar a hêzên rejîmê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de rû dan.

Herêm ji roja sêşemê ve 18’ê meha Hizêranê heta şeva berê rastî zêdetirî 436 derbeyên hewayî hat. Jê 331 bombebaranên esîmanî yên balafirên şer ên rejîmê û 74 jî yên balafirên şer ên Rûsyayê ne û li aliyekî din helîkopterên şer 31 bermîlên teqemeniyê avêtine.

Li aliyekî dîtir jî hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê bi zêdetirî 2 hezar û 610 roketan herêmên di bin serweriya wan de li herêma qaşo bêçek hev du hedefgirtin. Her wiha li bejhahiyên bakur rojavayê Hemayê li sê gundan(Kefir Hod, Cibîn û Til Milih) û Celeme di navbera hêzên rejîmê û çeteyên bi piştevaniya Tirkiyê şerê dijwar rû da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbaranên dualî di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîmê de, di nava 72 saetên borî de, 205 kes hatin kuştin, ji nav wan 47 sivîl in û ji nav wan sivîlan jî 13 zarok, 6 jin û 3 karmendên ambolancê ne. Lê hejmara kuştiyên din jî yên hêzên rejîmê û komên çete ne.

(fr)