Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê bi sedan hektar zevî şewitandin

Leşkerên artêşa dagirker a Tirk li ser sînorê Kobanê bi sedan hektar zeviyên çandiniyê şewitandin. Şênî ji tirsa ku leşkerên dagirker wan hedef bike nedikarîn biçin agir vemirînin.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê bi sedan hektar zevî şewitandin
20 hezîran, 2019   20:19
KOBANÊ

Leşkerên artêşa dagirker a Tirk ji saetên destpêka êvarê ve agir berda bi sedan hektarên zeviyên çandiniyê yên li ser sînorê di navbera kantona Kobanê û Bakurê Kurdisanê. Dûmana agir xeta sînor girtiye.

Şewat 15  kîlometreyan ji gundên li beramberî gundên Qeremox ê rojhilatê bajêr heta bajarê Kobanê berfireh bû.

Şewata heta niha didome bi dehan dar da ber xwe.

Şênî ji tirsa gulebarana leşkeran nediwêrî biçe agir vemirînin.

ANHA