Cotkarên Herêma Firatê nirxên berhema genim ji Rêveberiya Xweser wergirtin

Şîrketa Pêşxistina Çandinî ya li Herêma Firatê (kantonên Girê Spî û Kobanê) dest bi dayîna fatoreyên berhema genim a ku Rêveberiya Xweser ji cotkaran wergirtiye, kir.

Cotkarên Herêma Firatê nirxên berhema genim ji Rêveberiya Xweser wergirtin
Cotkarên Herêma Firatê nirxên berhema genim ji Rêveberiya Xweser wergirtin
Cotkarên Herêma Firatê nirxên berhema genim ji Rêveberiya Xweser wergirtin
20 hezîran, 2019   12:03
GIRÊ SPÎ

Li kantonên Girê Spî û Kobanê Şîrketa Pêşxistina Çandinî dest bi radestkirina nirxên berhema genim ku beriya 3 hefteyan cotkaran radestî Rêveberiya Xweser kiribû, kir.

Xebata radestkirinê ji 17 Hizêranê ve dest pê kir û hê jî radestkirin heta dayîna bi giştî fatoreyên genim ji cotkaran re berdewam e.

Navendên girêdayî Gerînendetiya Çandiniyê ya Girê Spî miqdarên 29 hezar û 600 ton genim û 15 hezar û 130 ton ceh li depoyên Eyn Îsa, Sexrat û Dehlîzê, wergirtin.

Di derbarê belgeyên ku tên xwestin de da ku bergiriyên dayîna nirxên berheman bên bidawîkirin, divê kopyeyek ji nasnameya xwediyê berhem hebe û ji wê jî zêdetir divê kopyeya pîvanê ya di dema cotkar tovên xwe radestî navendên wergitinê dike de jî, hebe.

Lê ji aliyê belgeyên sependinên komîn û rixseta zeviyan ve, cotkar di dema radestkirina berhemên xwe li navendên wergitinê de pêşkêş dike. Piştî navendê wergirtin bi dawî kir, fatoran li şîrketê dijmêre û dûvre li gor dîroka diyarkirî nirxên berheman dide.

Di vê çarçoveyê de, serokê Şîrketa Pêşxistina Çandinî ya kantona Girê Spî Husên Selmo da zanîn ku 29 hezar û 600 ton genim ji cotkaran wergitine. Buhayê wê nêzî 4,5 milyar lîreya Sûriyê ye.

Li rexê jî diyar kir ku wergirtina genim hê jî li depoyên Dehlîz û Şerkerak berdewam e.

Şîrketê yekemîn dayîna fatoreyan da berhema genim û dê di çend hefteyên pêş de jî fatoreyên ceh jî bên dayîn.

Li Girê Spî Rêveberya Xweser 15 hezar û 130 ton ceh wergirtin.

(fr)

ANHA