Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin

Komîteya Bijîşkan a Şerî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 74 cenaze li herêmên cuda yên li bajarokê Hecînê ku piraniya wan ên çeteyên DAIŞ’ê ne, rakirin.

Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
Li Hecînê 74 cenaze hatin rakirin
20 hezîran, 2019   11:15
DÊRAZOR

Piştî daxwaza şêniyên bajarokê Hecînê, Komîteya Bijîşkanan a Şerî bi koordînakirina  Meclisa bajarokê Hecînê, lez da rakirina cenazeyên di gorên komî yên li zeviyên çandiniyê de. Komîteyê 74 cenaze rakirin û her wiha jî xebata rakirina cenazeyan dê heta bidawîkirina cenazeyan bidome.

Li ser awaya xebatê jî Ehmed Îsa da zanîn ku şêniyên herêmê agahiyên derbarê gorên komî  de didin komîteyê û komîte jî wan cenazeyan radike û li goristanan vedişêre.

Îsa diyar kir ku 3 gorên komî li bajarokê Hecînê hene û nêzî 300 cenazeyên sivîl û yên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne.

Komîteya Bijîşkan a Şerî ji nêzî 2 mehan ve bi alavên destpêkê, dest bi rakirina cenazeyan li herêm û gundewarên bajarokê Hecînê kiriye.

(fr)

ANHA