Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî

Îro agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundê Cilik ê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ket. Tîmên agirkujiyê, şênî û şervanên YPG`ê berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin.

Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
16 hezîran, 2019   13:08
KOBANÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agir bi zeviyên çandiniyê dikeve. Di encama wê de bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

Îro jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Cilik ê başûr rojhilatê bajarê Kobanê ket. Sedema wê nehat diyarkirin. Di encama wê de zêdeyî 50 hektar ên zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.

Tîmên agirkujiyê, şervanên YPG`ê her wiha şêniyan berê xwe dan cihê bûyerê û agirê ku praniya zeviyên gund şewitandin, vemirandin.

Rêjeya zeviyên nehatiye çinîn ji sedî 40 hat şewitandin û yên din jî yên ku beriya niha hatibûn çinîn.

Ji ber şewat nêzî gund bû xeterî li ser malên welatiyan hebû.

(bx)

ANHA