Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Dêrazorê re civiya

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi meclis, komîn û şêniyên gundê El-Sawa re da ku rêgezên partiyê û geşedanên siyasî yên li herêmê rû didin gotûbêj bike, civiya.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
16 hezîran, 2019   12:37
DÊRAZOR

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê sekreterê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Dêrazorê Hanî El-Îfan axivî û ji şêniyan re armancên partiyê û nêrînên wê der heqê çareseriya aloziya Sûriyê de diyar kirin. Hanî El-Îfan bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanan bo jinûveavakirina bajarên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê wêran bûn.

Hanî El-Îfan got: “Da ku azara gelên Sûriyê ku di nava şerê domdar de bi dawî bibe, tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê, diyaloga Sûrî-Sûrî ye."

Têkildarî bûyerên şewatê ku bi zeviyên çandiniyê li bejahiya Dêrazorê rû dide, El-Îfan got ev kiryar plankirî ne û dixwazin bi vê yekê tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û wiha pê de çû: "Tu kes nikare hevgirtina nîştimanî û hevgirtina eşîrên herêma me têk bibe."

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li daxwaz û pêdiviyên şêniyan guhdarî kir.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê li herêmên bejahiya Dêrazorê gelek civînên wiha li dar bixe.

(eh/kc)

ANHA