ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.06.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.06.2019
11 hezîran, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser qadên Parastina Medaya, Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên li Efrînê meşek ji pêşiya çerxerêya Osman Sebirî destpê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbatên şehîdan ên kantona Qamişlo piştgirî dan helwesta partiyên Kurdî û gotin: “Em dixwazin ku dadgeh ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bê avakirin. Malbatan pir kirin, gelo bi kijan mafê hindek dewlet banga avakirina dadgehek navdewletî li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin?” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê şaxê herêma Firatê Azad Oso got nakokiya li Idlibê encama nelihevkirina di navbera plana Rûsya û Tirkiyê de li herêmê ye. Oso tekez kir ku çareseriya aloziya Idlibê û Sûriyê bi giştî bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamegerê Misrê, Pisporê Karûbarên Sûriyê û lêkolînerê karûbarên Kurdî Mihsin Ewedullah got: " Ji nêzîk ve li rewşê dinere. Daxuaniya Ocalan xeleka xilasiya Sûriyê û gelê wê ji hewldanên şerê navxweyî ye.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayika bi navê Sebeha Receb Rustem (55) ev 40 sal in çanda Kurdî diparêze û kilaman dibêje. Dayîka Sebah jî wek hemû dayîkên Kurd li ser êş û azarên ku Kurd dijîn û keça xwe ya şehîd kilaman dibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Fakulteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehekê li Fakulteya Çandiniyê ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Girê Mozan şûnwarekî mezintirîn e ku  dîroka wî vedigere beriya zayînê hezarsalan, lê belê bûye qurbaniya şert û mercên hewayî û bêparastinê. Girê Mozan di mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire. Warê dîrokî li benda lênêrîn û parastineke demdirêj e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên navçeya Til Hemîsê ji ber ku Şaredariya Gel xebatên sererastkirina pirên navçeyên dereng xistine bi gilî û gazinc in. Bi taybet pira Wawiye ya ku wek nuqteya herêmên başûr ên herêma Cizîrê bi herêmên bakur û kantona Qamişlo ve girê dide tê hesibandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA