Zerîf: Heke Ewropa li gorî berjewendiyên Îranê tev bigere dê ji gava vegerê re amade bin

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Zerîf got heke Ewropa der heqê berjewendiyên Îranê de erka xwe pêk bîne, dê Tehran bi biryara hevpeymana nukleerî ve girêdayî be.

Zerîf: Heke Ewropa li gorî berjewendiyên Îranê tev bigere dê ji gava vegerê re amade bin
10 hezîran, 2019   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna çapemeniyê ya li gel hempîşeyê xwe yê Alman Haikou Mas re, wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got Îran hevgirêdana xwe bi hevpeymana nukleerî re tekez kiriye, di heman demê de jî Ajansa Navneteweyî ya Atomê (IAEA) ev yek bi 15 raporan tekez kir û gavên ku Îran diavêje, wek gavên rewa û li ser bingeha hevpeymana nukleerê hatine avêtin.

Rûsya El-Yewm têkildarî mijarê got wezîrê Îranê hêviya serketinê, der barê keda ku Almanyayê û hemû alîgirên hevpeymana nuklerê de anî ziman.

Di vê çarçoveyê de wezîrê karnê derve yê Alman Haikou Mas tekez kir ku Almanya hîn jî piştgiriya hevpeymana nuklerê dike û wiha anî ziman: "Vekişandina Washingtonê ji hevpeymana nuklerê, ne ji berjewendiyên Tehranê ye, ji ber vê yekê em bi rêya aktîfkirina meknîzmeyên darayî hewldana alîkariyê dikin."

Wezareta karêb derve yê Almanî serdana Mas ji Tehrenê re kifiş kir ku ev yek bi hevkariya di nav bera Birîtaniyayê û Fransyê pêk hatiye, ku her du alî jî piştgiriya hevpeymana nuklerê dikin. Di heman demê de bi keda ku serokwezîrê Japonî Shinzo Abe, da ku herêmê ji şer biparêze re ew girêdayî ne.

(eh/kc)