Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand

Leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyê agir bi gihayê herêma qedexekirî ya li ser sîronê di navbera Bakur û Rojava de xist. Di encama şewatê de agir bi hilberîna genim a gundê Keşto yê girêdayî Serêkaniyê ket. Di encama şewatê de ku li gundê Keşto rû da, 25 donim ji hilberîna genim  şewitî.

Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
Li Serêkaniyê artêşa Tirk 25 donim zevî şewitand
10 hezîran, 2019   12:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêma Serêkaniyê ragihand ku leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de li aliyê herêma Serêkaniyê bi cih dibin, agir bi gihayê herêma qedexekirî ya li ser sînor xist. Di encama şewatê de hilberîna genim a şêniyên gundê Keşto yê girêdayî gundewarên Serêkaniyê şewitî.

Şêniyên herêmê yekser bi alîkariya tîmên agirkujiyê û rewşên awartê, da ku rê li pêşiya gurkirina agir bigirin, berê xwe da cihê şewatê. Lê dîsa jî şewatê 25 donim ji hilberîna genim da ber xwe.

 (eh/kc)

ANHA