QSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt

Yekîneyên Taybet ên QSD‘ê li gundewarê Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt û rêjeyek çek û cebilxane desteser kir.

QSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê girt
9 hezîran, 2019   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Yekîneyên Antî-Teror yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk di xebatên paqijkirin û lêgerînê li gundên Cirdî û Teyanê yên gundewarê Dêrazorê de endamên şaneya terora girêdayî rêxistina DAIŞ‘ê girtin ku ji kiryarên xirabkirin û tirsandinê li herêmê berpirsyar in, her wiha rêjeyek çek û cebilxane desteser kirin."