56 şervanên jin dewreya perwerdeyê qedandin

Li du akademiyên leşkerî yên QSD‘ê bi tevlêbûna 65 şervanên jin du dewreyên perwerdeyê bi dawî bûn.

56 şervanên jin dewreya perwerdeyê qedandin
9 hezîran, 2019   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD`ê got, Akademiya Şehîd Rojda Minbic û Akademiya Şehîd Hebûn Enteriyê du dewreyên perwerdeyê bi navên "Şehîd Jiyan Qamişlo" û Şehîd" Hêlîn Cûdî" bi tevlibûna 56 şervanên jin bi dawî kirin.

Navendê wiha domand: "Mersîma derçûnê bi tevlibûna fermendarên QSD`ê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên jin ve yên ku dewre qedandine destpê kir. Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwarin.

(şx)