`Fikir û felsefeya Rêber Apo bingeha jiyana hevbeş e`

Di merasîma sersasxiya ji malbatên şehîd Mihemd Omer û Abdelwahid Îbrahîm de, pêkhateyên bajarê Qamişlo bal kişandin ser hevgirtin û jiyana hevbeş a di nav bera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ku bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna digire.

9 hezîran, 2019   13:56
QAMIŞLO

Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hêzên Ewlehiya Hindirîn, Hêzên Hewarî, YPG, YPJ, Erka Xweparastinê, QSD`ê û partiyên siyasî beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Şehîd Mihemed Omer endamê Hêzên Hewarî bû û di encama qezayeke tirafîkê de şehîd bûbû, şehîd Abdulwahid Îbrahîm endamê Erka Xweparastinê bû û li Dêrazorê di encamê teqîna mayînekê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê ji bo her du şehîdan li ber deriyê goristana şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo hate vegirtin. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên  Xwe Parastinê û Hêzên Sûriya Demokratîk hate xemilandin. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê yek ji endamên Meclisa navçeya El-Şerqiyê ya Qamişlo Fatima El-Casim axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û wiha got: “Em bejna xwe ji hemû şehîdan re ditewînin, şehîd pêşengên me yên rastîn in."

Fatima di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtin û yekîtiya pêkhatiyên herêmê, li dijî êrîş û metirsiyên li ser herêmê û wiha axivî: “Bi saya fikirê Rêber Apo em fêrî pîvana hevgirtin û jiyana hevbeş bûne. Di heman demê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya tevlihevbûna keda hemû pêkhateyan asta hevgirêdanê diyar kirin."

Piştî axaftina endama Meclisa navçeya El-Şerqiyê, endamê Hêzên Ewlehiya Hindirîn Êrîş Artêş axivî û ser navê Hêzên Ewlehiya Hindirîn soza şopandina rêya şehîdan û parastina ewlehî û aramiya li herêmê da.

(eh)

ANHA