Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir Abdulqadir li goristana Şehîdan a Şedadê oxir kir.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Yasir spart axê
9 hezîran, 2019   13:34
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Yasir Abdulqadêr ê ku duh dema li ser erka xwe li bajarê Dêrazorê şehîd bûbû, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê wergirt û bi karwanekî ji dehan erebeyan berê xwe da goristana Şehîdan a Şedadê.

Piştî şênî gihaşt goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Dûre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ayat teqez kir ku bi saya şehîdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên bêhempa hatin bidestxistin. Ji bo jiyana azad û rûmet ji tevahiya gelên herêmê re pêk bînin teror tune kir.

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Mihemed wesîqeya şahdeta şehîd Yasir xwend û radestî malbata wî kir. Girseya gel şehîd li goristana Şehîdan a Şedadê di nava tilîliyên dayikan de spart axê.

(fr)

ANHA