Şerê rev û lêdanê… Rejîmê ji nû ve serweriya Celeme ya stratejîk kir

Di navbera hêzên rejîmê  Sûriyê û komên çete de li bejahiyên Hemayê ya herêmên qaşo bêçek şerê rev û lêdanê berdewam e. Her wiha hêzên Rejîmê ji nû ve serweriyên bajarokê stratejîk Celeme, pêşdeçûna ber bi Til Milih ve û herêmên dîtir piştî çend saetan ku di bin serweriya komên çete de bûn, rangihandin.

Şerê rev û lêdanê… Rejîmê ji nû ve serweriya Celeme ya stratejîk kir
9 hezîran, 2019   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan raber kir ku li derdora bejahiyên bakur rojavayê Hemayê di navber komên çeteyan û hêzên Rejîmê ya bi piştevaniya Rûsyayê de şerên dijwar rû dan.

Navenda Çavdêriyê îşaret pê kir ku hêzên Rejîmê bi alîkariya asîmanî û bejayî karî ji nû ve serweriya bajarokê Celeme bike. Şer niha ber bi sînorên rojhilat ê bajarok ve çûye.

Di navbera komên çete û hêzên Rejîmê de li derdorên Utêre û çiyayê Tirkmen şerê gur rû da.

Rûsya El-Yewm li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên rejîma Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê karî ji nû ve serweriya Til Milih a bejahiyên Hemayê bike.

Li aliyekî dîtir jî, ajansa SANA’yê ya rejîma Sûriyê li ser pêşdeçûnên li van herêman tu agahî neda, lê tenê aliyê leşkerî wiha da zanîn: "Yekîneyên artêşê çalakiyên xwe li eniyên şer ên terorî li Til Milih, Cibîn, Kefir Zîta, Niqêr û Ernebiyê yên bejahiyên Idlib û Hemayê zêde kirin û di encamê de li gel terorîstan ziyanên madî û leşkerî çêbûn."

Şerê gur di navbera hêzên Rejîmê û komên çete yên li bejahiyên Hemayê rû da. Her wiha komên çete ji bo hewldana serweriya bajarokê Celeme ya stratejîk tevî topbaranên dijwar ên Rejîm û Rûsyayê ji duh heta sibeha îro êrîşeke hovan e, meşand.

(fr)