Şêniyên Babê dîsa li dijî dagirkeran derketin xwepêşandanan

Şêniyên bajarê Babê û di serî de şêniyên taxa Cebel El-Şêx Eqîl cara duyemîn e derketin xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirkiyê.

Şêniyên Babê dîsa li dijî dagirkeran derketin xwepêşandanan
Şêniyên Babê dîsa li dijî dagirkeran derketin xwepêşandanan
8 hezîran, 2019   10:45
MINBIC

Dagirkeriya Tirkiyê di Sibata 2017`an de bi hinceta ku şerê çeteyên DAIŞ`yê bike êrîşî bajarê Babê Bakurê Sûriyê kir, di şer de balafir û tankên xwe bi kar anîn û ji sedî 75 ji bajêr rûxand, bi wê yekê dagirkeriya Tirkiyê bajar dagir kir.

Li gorî çavkaniyan diyar kir ku binesaziya wê hemû hate rûxandin, bi sedan şêniyên bajarê Babê di şerê di navbera dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûn, bi vegera şêniyan li malên xwe, dagirkeran nehişt sedan malbat vegerin malên xwe, ji ber dagirkeriya Tirkiyê ew cih kiribûn baregehên leşkerî.

Taxa Cebel El-Şêx Eqîl ku 150 mal lê hene, dagirkiran nehişt şênî vegerin malên xwe, her wiha nehişt ku şênî pêdiviyên xwe ji malê derxin.

Li wê taxê ji xeynî malan, Nexweşxaneya El-Wetenî ku yek ji nexweşxaneyên mezin li bejahiya Helebê ye heye, her wiha li taxê dibistana seretayî, mizgeftên Şêx Eqîl ku yek ji şêniyên kevn û dîrokî ne û depoya avê ku av dida bajar û hin gundên wê hebûn, ev hemû hate rûxandin û bû ax.

Dagirkeriya Tirkiyê îda kir ku ew ê li şûna wê tiştekî bide şêniyan û binesaziya bajêr çêbike, lê tiştek ji wan îdayan pêk neanî û heta niha bajarê Babê ji ava vexwarinê mehrûme.

Şêniyên li herêmên dagirkirî di nav tevlihevî, kuştin û revandin û li şûna wê peran distînin, dizîna malan û teqînan dijîn, ev yek jî hişt şêniyên bajarê Babê cara duyemîn xwepêşandanan lidar xistin.

Şêniyên bajarê Babê û di serî de şêniyên taxa Cebel El-Şêx Eqîl roja sêşema çûyî xwepêşandanek lidar xistin û daxwaza vegera xaka xwe kirin, her wiha duh jî derketin xwepêşandê.

Di xwepêşandana dijî dagirkeriya Tirkiyê, şêniyên bajarê Bab pankartên li ser wêneyên malên wan ên wêrankirî hildabûn û nivîsa "Şêniyên xakê li Cebel El-Şêx Eqîlin. "

Şêniyan pankartên bi zimanên tirkî û erebî nivîsandibûn. Li ser nivîsa "artêşa Tirkiyê malên me rûxandin, şênî bê mal in û hemû mal û milkên wan talan bûn, şêniyên Cebel Eqîl daxwaza  tezmînatê li şûna malên xwe dike, ji ber baregehên leşkerî li ser malên wan hatin ava kirin, ma hûn vegera Cemal Paşa dixwazin an jî hûn vegera sultan Mihemed Fatih dixwazin."

Xwepêşandanan dirûşmeyên "Erdogan guhdar bike guhdar bike.. artêşa te zalim e", "Ev cih cihê me ye, ev çiya çiyayê me ye" qîriyan.

(jo)

ANHA