Hejmara zarokên zewicandî gihaşt 765 milyonî

UNICEF’ê diyar kir ku hejmara giştî ya rewşên zewicandina zarokan gihaştiye 765 milyonî. Di heman demê de tekez kir ku zewicandina mêran ji zarokan li  başûrê çolistana Afrîkayê, Amerîkaya Latîn, herêma Deryaya Karayîb, başûr û rojhilatê Asya û Kendava El-Hada belav dibe

Hejmara zarokên zewicandî gihaşt 765 milyonî
8 hezîran, 2019   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpereke Netewên Yekbûyî ragihand ku dahurandina  yekemîn a ku roja înê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF)  hatibû destpêkirin ku der barê xwedîkirina zarokan de bû, diyar ku li tevahiya cîhanê nêzî 115 milyon keç û mêr hîna di temenekî piçûk de bûn, zewicîne, 23 milyon kes ji wan hîn 15 salî bûn zewicîne.

Têkildarî mijarê li 82 dewletan hate kifşkirin ku hejmara giştî ya rewşên zewicandina zarokan gihaştiye 765 milyonî.

Di vê derbarê de gerînendeya rêveber a UNICEF`ê  Henrietta Fur got: "Zewaca di temenê piçûk de zarokan  temen qesifî dike, lewma her du zarokên dizewicin berpirsyariyeke zêdetirî temenê xwe radikin."

Lêkolînê der barê zewicandina zarokan de kifş kir ku ev rewş li başûrê çolistana Afrîkayê, Amerîkaya Latîn, herêma Deryaya Karayîb, başûr û rojhilatê Asyayê û Kendava El-Hada belav bûye.

Hate diyarkirin ku ji sedî 18 ji mêran li Komara Afrîkaya Navîn hîn di temenekî piçûk de bûn zewicîne, ku ew jî di asta yekemîn di zewicandina mêran de cih girtiye, di heman demê de ji sedî 19 li  Nîkaragua di asta duyemîn de ye û  Madagaskar jî ji sedî 13 ku ew jî di asta sêyem de cih girtiye.

Di vê çarçoveyê de gerînendeya rêveber a UNICEF`ê got: "Zewicandina di temenê biçûk de, encamên ne ji rêzê bi dest dixe, ji ber vê yekê di aliyê debarê de fîşar derdikevin holê û di dawiyê de jî derfetên peydakirina kar kêm dibe."

Tevî vê yekê hîn jî keç bi vê diyardeyê bandor dibin, nimûneya vê yekê jî yek ji 5 keçên ku di temenê ji 20 heta 24`an hîn di temenê 18`an de ne zewicîne. Ev jî hemberî 1 ji 30 mêran e.

Têkildarî diyardeya zewicandina keçên biçûk, sedem û bandora ku rû dide, zêde lêkolîn nehatine bidestxistin, lê diyar e ku yên herî zêde rastî metirsiyê tên, zarok in ku bi piranî li gundewaran dijîn û baş perwerde nabin.

(eh)