Li Amedê bombebaran û operasyon

Artêşa Tirk bejahiya Licê ya Amedê bombebaran kir û piştî bombebaranê li herêmê operasyona leşkerî dest pê kir.

Li Amedê bombebaran û operasyon
8 hezîran, 2019   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

ANF’ê ragihand ku di saetên şevê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker taxa Licok a navçeya Licê ya Amedê bombebaran kir.

Piştî êrîşî di saetên sibê de li heman herêmê helîkopterên Atak gulebaran kir û piştre jî bi helîkopterên Skorsky jî leşker li herêmê hatin danîn.

Hate ragihandin ku operasyona leşkerî ya li herêmê berdewam dike.