Kolana Ragihandinê şahida berxwedana jinên şoreşger e

Her kolaneke rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê şahidiya berxwedanê şêniyan a li gel şervanan kir û her kolanekê navê xwe ji bûyerên dîrokî girtiye. Kolana Ragihandin jî yek ji sembolên wê berxwedanê ye.

Kolana Ragihandinê şahida berxwedana jinên şoreşger e
Kolana Ragihandinê şahida berxwedana jinên şoreşger e
Kolana Ragihandinê şahida berxwedana jinên şoreşger e
8 hezîran, 2019   06:20
HELEB –TOLÎN HESEN

Di sala 2013‘an de anku di dema êrîşên çeteyên bi navê Tabûra Şuheda Bedir (El-Heyanî) li ser taxa Şêxmeqûdê de û dorpêçkirina taxê, ekîkên ragihandinê li gorî şertên wê demê cih diguherandin da ku him bikarin xwe biparêzin û him jî nêzî eniyên şer bibin da ku bikarin bişopînin.

Buroya Ragihandinê salekê li wê kolanê bû û gelek rûdanên li wir şopandin. Ji ber vê yekê ev nav lê hat kirin. Paşê bû nuqteyek şervanên ku tax diparastin.

Bi dijwariya êrîşên çeteyan ên li ser taxê hemû şênî ji taxê derketin, tenê jina bi navê  Fatima Xelîl a ji Efrînê li Helebê dima. Fatima derketina derveyî taxê qebûl nekir û li rex şervanên YPG û YPJ‘ê ma û bû destek.

Fatima Xelîl armanca mayîna xwe ya li taxê di dema şer de ji ANHA‘yê re anî ziman û got:  "Naskirin û girêdana min a ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hişt ku li taxê bimînin, şêniyan bi rêxistin bikim û li kêleka şervanan şer bikim."

Heta 2013‘an û bi rakirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re di navîna sala 2016‘an de ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve, Fatima bi mîsyona lojîstîk a şervanan rabû, xwarin û vexwarin, sotemenî û pêwîstiyên şervanan amade dikirin û dişandin eniyên şer.

Ji ber rewşa ewlehiyê Fatima li gelek nuqteyên erka xwe pêk anî, ji kolanên Ragihandinê, Şiqêf, gundê Nebo û Seken Şebabî, lê herî zêde Kolana Ragihandinê bandorekê lê dike, ji ber vê yekê heta niha li wir dimîne.

Fatima dibêje: "Bi destpêka êrîşên yekemîn ên çeteyên El-Heyanî li ser taxê re Buroya Ragihandinê li wir bû. Wê demê 3 rojnamevanan di buroyê de kar dikir, ez wek jineke şoreşger li kolanê mam da ku moral bidim û erka xwe bînin cih."

Fatima her wiha got: "Min dikarî hêz û moral û dermankirin bidim şervanan û di aliyê lojîstîk de bibim alîkar. Piştre kolan veguherî nuqteyeke leşkerî, dîsa jî rojnamevan bi şervanan re diman û berxwedana wan dişopandin."

Di dawiya axaftina xwe de Fatima Xelîl got: "Ez deyndarê şervanan im ku di oxira parastina taxê de şehîd bûne û şervanên ku hîna jî parastina wê dikin."

(bb)

ANHA