Li Kerkûkê di navbera çete û gundiyan de şer çêbû

Duh bi şev agir bi zeviyên cotkarên Kurd ên li navçeya Daqoqê ket. Piştî wê xelkê gundê Heftexarî yê navçeya Daqoqê êrîşî çeteyan kir û di encamê de şer rû da.

Li Kerkûkê di navbera çete û gundiyan de şer çêbû
7 hezîran, 2019   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li gundê Heftexarî yê navçeya Daqoqa ya Kerkûkê, agir bi zeviyên cotkarên Kurd ket.

Rojnewsê daxuyand ku şêniyê gundê Heftexar û cîgirê malbenda duyemîn a YNK’ê Îdrîs Adil axivî û wiha got: “Piştî ku agir bi dexl û danê cotkarên Kurd ket, niştecihên gund jî êrîşî çeteyên DAIŞ’ê yên li Dola Heme kir. Çeteyan jî bersiva gundiyan da û di encamê de şer rû da. Şer zêdetirî 20 deqeyan dewam kir. Piştî wê çete bi paşve kişiyan.”

Îdrîs Adil di dewamê de got zêdetirî 100 donim zeviyên cotkarên Kurd şewitî.