Hêviyên gel di cejnê de, azadkirina Ocalan e

Di nava kêfxweşiya cejnê de, şêniyên bajarê Qamişlo û Serêkaniyê cejna hev pîroz kirin û hêvî kirin ku ewlehî li tevahiya Sûriyê pêk were û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

5 hezîran, 2019   09:15
SILAVA ABDULLREHMAN-QAMIŞLO

Îro vê sibê, piştî nimêja cejnê şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Li wir şêniyan cejna hev pîroz kirin.

Yek ji rêûresmên cejnê ku heta niha li Sûriyê zindî ye, ew e ku zarok li mala digerin cejna wan pîroz dikin û şekir kom dikin.

Ji aliyekî din ve jî, şêniyên bajarê Qamişlo dibînin ku ev cejn gel wan wateyeke xwe ya taybet heye, ji ber ku piraniya herêmên wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û saleke bi bereket e.

Her wiha şêniyan hêvî kirin ku aştî û ewlehî li tevahiya herêmên Sûriyê pêk were wekî ku çawa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, şerê ku zerareke mezin gihand civaka Sûriyê were rawestandin û rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin.

Di heman demê de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî li hemû kolan û taxên bajarê Qamişlo digerin, da ku cejn bi awayekî aştî derbas bibe.

(kc)

ANHA