Li Kirmaşanê 2 erdhej pêk hatin

Serê vê sibehê 2 erdhej li pey hev bi hêzên 4.4 û 4.9 pîle li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin.

Li Kirmaşanê 2 erdhej pêk hatin
5 hezîran, 2019   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê ajansa fermî ya Îranê Îrnayê ragihand ku 2 erdhejên bi hêzên 4.4 û 4.9 pîle li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine.

Di rapora ajansê de hate bibîrxistin ku erdheja yekemîn bi kûrahiya 10 km û ya duyemîn jî bi kûrahiya 11 km bû.

US Geological Survey (saziya çavdêriya jeolojiyê ya DYA’yê) diyar kir ku 2 erdhejên bi hêzên 4.7 û 4.5 pîle dûrî 12 km bakurê rojavayê Sirbil Zehab û 23 km başûrê rojavayê heman bajarî qeyd kirin.

Li parêzgeha Kirmaşanê di sala 2017’an de erdhej bi hêza 7. 3 li gorî pîvana Richterê rû da û di encamê de nêzî 620 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Di sala 2003’yan de jî bajarê Bam a dîrokî rastî erdheja bi hêza 6.6 pîle hat û di encamê de 26 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.

(fr)