Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê

Biryara Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê  ji bo kêmkirina nirxê embîran rastî kêfxweşiya şêniyan û nerazîbûnên hindek xwediyên jeneratoran hat. Aliyên têkildar jî bikaranîna nirxên ku hatine diyarkirin tekez dikin.

Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
Pirsgirêka nirxa embîran li herêma Cizîrê
5 hezîran, 2019   07:29
QAMIŞLO-DIYAR EHMO-BÊRÎTAN MEDOSA

Di van demên dawîn de bi saya keda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rewşa kehrebeyê li herêma Cizîrê baş bûye. Tore û stasyonên hîdroelektrîkê yên herêmê hatin sererastkirin, ji ber wê jeneratorên ku ji şêniyan re kehrebe peyda dikirin, bi temamî rawestîn.

Piştî wê Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Cizîrê pêşniyar kir ku nirxa embîran kêm bibe yanî li şûna hezar û 200 lîreyên Sûriyê bibe 750 lîreyên Sûriyê li bajarê Hesekê û Qamişlo û 500 lîreyên Sûriyê li herêmên din ên ku kehrebeyê kêmtirî 5 saetan dide. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di 30`yê Gulanê de di civînekê de bi tevlêbûna hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêmê û hevserokatiya Desteya Şaredariyan û Desteya Enerjiyê pêşniyara Desteya Rêveberiya Herêmî qebûl kir.

Şêniyê bi navê Îsmaîl Mehmûd Ehmed ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye got: "Nirxa ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daniye gelekî baş e. Her şêniyek dikare wê nirxê bide xwediyên jeneretoran. Em pê kêxweş û razî ne."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Îşî destnîşan kir ku ew naxwazin zirar bi xwediyên jeneretoran bibe û got: "Kehrebe bi awayekî baş peyda dibe û di dirêjahiya 24 saetan de heye. Pêwîstiya me niha bi ya jeneretoran tune ye.

Idrîs Gûtî xwediyê jeneretorekê li bajarê Qamişlo dibêje ew bi biryara rêveberiyê şaş bû û destnîşan dike ku ji bilî pereyên ku didin nobetdaran û kirêya cihê jeneretorê, nirxa sotemenî, parçeyên guhertinê, lêçûnên sererastkirinê gelekî biha ne.

Biryar dikare bê guherandin

Hevserokê Desteya Şarederiyan a Herêma Cizîrê Eblehed Gewriye got: "Li ser bingeha berjewendiya giştî û ji bo pêkanîna edaletê di navbera her du aliyan de şênî-xwediyên jeneretoran û piştî gelek nîqaşan, pêkanîna hindek guhertinan da ku zirar negihîje tu aliyekî me biryara kêmkirina nirxa embîran heta 750 lîreyên Sûriyê da. Ev biryar demkî ye û li gorî peydabûna kehrebeyê ye û ji guhertinê re vekirî ye."

Têkildarî nerazîbûnên hindek xwediyên jeneratoran Gewriye destnîşan kir ku diyarkirina nirxa nû piştî nîqaşkirina lêçûnên jeneretoran hate dayîn û wiha domand: "Ev nirx a herî dawî bû û li gelek deverên herêma Cizîrê pêk tê."

Di dawiyê de hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê Eblehed Gewriye bang li xwediyên jeneretoran kir ku nirxa nû bi kar bînin û muxalefe nekin û her muxalefeyek dê rastî cezayên qanûnî were.

(şx)

ANHA