Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye

Şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê cejna Remezanê li tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku ev cejn, cejna biratiya gelan, hezkirin û aştiyê ye.

Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
Şêniyên Serêkaniyê: Cejna Remezanê cejna biratiya gelan û aştiyê ye
4 hezîran, 2019   07:28
HESEKÊ-BESÊL REŞÎD

Beriya cejna Remezanê re bi hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê diherikin sûkên bajêr da ku pêdiviyên cejnê yên taybet û ji zarokan re bikirin û şadiyê bixin dilên zarokan. Şênî tekez dikin ku ji ber ewlehiya herêmê û jiyana hevpar di navbera pêkhateyan de ev cejn ji yên din cudatir e.

Kameraya ajansa me di nav sûkên bajarê Serêkaniyê de geriya û nêrînên şêniyên bajêr girtin. Şêniyan kêfxweşiya xwe bi boneya hatina cejnê anî ziman. Jina bi navê Mehe Şêxmûs cejn li tevahiya pêkhateyên herêmê, hêzên leşkerî û şervanên li eniyên şer ên ku herêmê bi şev û roj diparêzin, pîroz kir.

Mehe destnîşan kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê DAIŞ`ê tune bû û hişt ku navê cejnê cuda be û cejn wek cejna biratiya gelan û jiyana hevpar bi nav kir.

Jina bi navê Zehra Hesen a ji pêkhateya Ereb diyar kir ku atmosfera cejnê îsal ji yên par cudatir e. Şênî bi hev re li ser rêgeza jiyana hevpar, biratiya gelan û hezkirinê dijîn. Zehra bal kişand ser ku bi bidawîbûna DAIŞ`ê re ewlehî û aştî li herêmê serwer bû.

Zehra destnîşan kir ku bi awayekî hevpar amadekariya cejnê dikin. Şêniyên bajarê Serêkaniyê bi hev re cejnê pîroz dikin û serdana malbatên şehîdan dikin.

Xwediyê dikanekî di nav sûkên bajêr de bi navê Nîdal Mele Silêman cejna Remezanê li tevahiya şêniyên herêmê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku atmosfera cejna îsal ji cejnên salên derbasbûyî xweşiktir e.

Mele Silêman wiha got: "Salên borî bandoreke neyînî li dilê şêniyan û gelê herêmê ji ber zexta şerên ku rû dane, kir. Bi taybet gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Mele Silêman tekez kir ku bajarê Serêkaniyê bi saya hêzên leşkerî, di nav de QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, ewle ye û ji hemû dijminan diparêzin.

(şx)

ANHA