Tirkiye li pey rojnamevanan e

Malpera Nordic Monitor hin belgeyên nepen ên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi dest xistin.  Ew jî der barê kiryarên metirsîdar ên nehênî de ku Enqereyê rojnamevanên rexnegir ên ku sirgûnî Swêdê bûne, kir hedef. Li aliyekî din jî tevî şermezarkirina Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyê, lê partiya Erdogan hê jî bi israr e ku li pey rojnamevanên rexnegirên siyaseta xwe be.

Tirkiye li pey rojnamevanan e
4 hezîran, 2019   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Belgeyên ku malpera Nordic Monitor bi dest xistine ku hikumeta Tirkiyê twitt û gotarên der barê rojnamevanan de weşandine, dikeve ber benda “nîşaneya terorîzmê”. Di heman demê de jî hikumeta Tirkiyê hewl dide bi rêyên nepen û têkiliyên dualî û Interpolê rojnamevanên sirgûnî Swêdê bûne, radest bibe.

Li gorî belgeya ji beşa îstixbaratê ya Wezareta Karên Derve û yê bifermî hatiye binavkirin "Gerînendetiya Giştî ya Kar û Barên Lêkolîn û Ewlehiyê" derketiye, malpera Nordic Monitor ku navenda wê Stockholm e, raber kir ku ew parçeyek ji rêxistina terorîst e.

Belgeya bi dîroka 8’ê Adara 2019’an, tekez dike ku Wezareta Karên Derve li ser rêxistina Swêdê û damezirînerên wê yên ku rejîma Recep Tayyîp Erdogan a faşîzmê rexne dikin, sîxuriyê dike.

Nordic Monitor nûçeyên der barê ewlehî, dîplomasî, îstîxbarat û pirsgirêkên leşkerî de tevî balkêşiya bi awayekî taybet li ser tevgerên olî, îdeolojîk û nîjadperestiya tundraw ên li Tirkiyê dişopîne. Rojnamevanekî Tirkiyê bi navê Abdullah Bozkurt wê malperê bi rê ve dibe û yê ku di 2016’an de ji dest hemleya hikumeta Erdogan a li dijî azadiya rojnamevanan li Tirkiyê neçar maye derkeve derve.

Belgeya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê îdia dike ku malpera nûçeyan gotar û raporên li dijî Tirkiyê belav kirine. Ev jî parçeyekî ji tevgera Fethullah Gulen e ku Tirkiyê wê bi hewldana darbeya 2016’an tawanbar dike.

Li gorî malpera Nordic Monitor ku bi dehan belgeyên nepen ên dîtir ku bi dest ketine, îşaret pê dike ku hikumeta Enqereyê ji Interpolê belgeya li dijî ronamevanan da ku nûçeyên wan ên girêdayî Tirkiyê bişopîne, xwestiye.

(fr)