Li Ezazê teqîn: 16 mirî, 33 birîndar-HATE NÛKİRİN

Li navenda bajarê Ezazê erebeyek bombebarkirî teqiya. Di encamê de 16 kes hatin kuştin û 33 jî birîndar bûn.

Li Ezazê teqîn: 16 mirî, 33 birîndar-HATE NÛKİRİN
2 hezîran, 2019   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîneke mezin pêk hat. Lê belê hê têkildarî sedema teqînê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Hate ragihandin ku di teqînê de herî kêm 16 kes mirine, 33 kes jî birîndar bûne.