Ji Hêzên Ewlehiya  Hundirîn biryarên cejnê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî Cejna Remezanê biryarnameyek derxist.

Ji Hêzên Ewlehiya  Hundirîn biryarên cejnê
1 hezîran, 2019   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna Cejna Remezanê hin biryar stand û bang li welatiyan kir ku ji bo parastina ewlehiya herêmê li gorî biryarên wan tevbigerin.

Biryar ev:

1-Ji saet 01:00 ji dîroka 6‘ê Hezîranê ve tevgera hemû otombêl û sehrîcan bi hemû gewd û cûreyên xwe (biçûk,navîn û mezin) qedexe ye.

 2- Ji saet 8 sibehê roja Yekşemê di dîroka 2‘ê Hezîranê ve ta ber êvara roja Şemiyê dîrok 6‘ê Hezîranê gera bi motoran bi hemû cûreyên xwe ta yên leşkerî jî qedexe ye .

3-Ji derveyî van zagon û sîstemên hatine pêk anîn, qedexekirina berdana guleyan ji aliyê hemû leşker û hêzên ewle û sivîlan di bin berpirsyartiya kişandina çekan ji wan" .

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Remezanê li gelê herêmê kir û hêvî kir ku cejn bi aramî derbas bibe.