Piştî Eyn Îsayê şandeyê serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir

Şandeya Parlamentoya Fransayê îro serdana Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca çavdêriya li ser rewşên herêmê, xebat, destkeftiyên ku meclisê bidest xistine û astengiyên ku pê re rû bi rû ne kir.

Piştî Eyn Îsayê şandeyê serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir
1 hezîran, 2019   12:33
REQA

Şandeya Fransayê ya ku serdana Meclisa Sivîl a Reqayê kir, ji hêla hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û Mişleb Derwîş, endam û hevserokên komîteyên meclisê ve hate pêşwazîkirin.

Şande ji serokê Beşa Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Patric Francesci û seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Mariel de Sarnes û Demire Le Bon û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk tê.

Şandeyê li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevserok û endaman re hevdîtinek kir da ku komîteyên xebatê yên li meclisê binasin. Her wiha têkildarî xebatên komîteyên meclisê, çawaniya kar, astengî û dijwariyên ku tên pêşberî wan, agahî wergirtin.

Dûre li hola meclisê bi hevserok, endamên komîteyên meclisê civînek hate organîzekirin. Civîn der barê sekna hikumeta Fransayê ya li rex gelê Sûriyê, bi taybet Bakurê Sûriyê û li ser rola piştevaniya Meclisa Sivîl û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû. Civîn li pêş çapemeniyê girtî berdewam kir.

Şandeyê vê sibehê serdana Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li navçeya Eyn Îsa kir ku gelek dosyayên der barê çareseriya krîza Sûriyê de nîqaş kirin.

(fr)

ANHA