Di teqînên li Kerkûkê de kuştî û birîndar hene

li taxa Quds a Kerkûkê  û rêya Bexdayê 7 teqînên li pey hev çêbûn. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînan de herî kêm 5 kes mirin û 18 jî birîndar bûne.

Di teqînên li Kerkûkê de kuştî û birîndar hene
30 gulan, 2019   19:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  nûçeya Rojnewsê  vê êvarê li taxa Quds a Kerkûkê û rêya Bexdayê 7 teqînên li pey hev çêbûn.

Madyayê Îraqê diyar kir ku teqîn bi rêya erebeyên bombebarkirî û bombeyên rû dan.

Reutrsê jî ku agahiyên xwe spartine nexweşxaneyên Kerkukê ragihandin ku di teqînan de bi kêmanî 8 kes mirin û 18 jî birîndar bûn.