Rêveberiya Xweser li ser şewata li zeviyên çandiniyê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser diyar kir ku destên xirab di şewitandina zeviyan de heye û anî ziman "Piştî hewldanên wan ên têkbirina ewlehiya herêmên de têk çûn berê xwe dan dixlûdanên welatiyan."

Rêveberiya Xweser li ser şewata li zeviyên çandiniyê daxuyanî da
30 gulan, 2019   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şewata li zeviyên çandiniyê daxuyanî da û diyar kir ku hin kesên xirab li peyv van şewatan e ku dixwazin aboriya herêmê derbe bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Xelk û cotkdarên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mewsimê çinîna genim û ceh de şewat çêdibin, diyar bû ku kesên xirab li pey van bûyeran e. Piştî hemû hewlanên wan kesan ên têkbirîna ewlehiya herêmê berê xwe dan dixlûdanên şêniyan ku hewl didin bi vê yekê derbeyekê li aboriya herêmê bixin. Li ser vê yekê em bang li şênî û cotkdaran dikin ku bi aliyên têkildarî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên leşkerî û rêveberiyên sivîl re bibin hevkar, zeviyan biparêzin û rê li ber diyardeyên xirabkirinê re bê girtin. Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe daye parastina sivîlan, erebeyên agirkujê û alavên vemirandina agir da ku dawî li vê diyardeyê bîne.

Li gorî daneyên di dest me de ya beriya şewata duh a li herêma Cizîrê" Tirbespiyê û Til Hemîsê" qasî 20 hezar hektar şewitîye. Di şewata duh a li her du navçeyan 5 hezar hektar şewitî. Bi vê yekê rûbera seviyên şewitî derketiya 25 hezar hêktarî."

ANHA