Dagirkeriya Tirkiyê alav û leşkeran dişîne Sûriyê

Artêşa dagirker a Tirkiyê di şandina hêzan li xaka Sûriyê de didome, dagirker komek leşker ku ji zêdetirî 30 alavan pêk tê bi rêya deriyê Kefer Losîn ê sînor bakurê Idlibê ve rê kirin nava axa Sûriyê.

Dagirkeriya Tirkiyê alav û leşkeran dişîne Sûriyê
30 gulan, 2019   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên bi navê "Kêmkirina şer" artêşa Tirk a dagirker komeke leşkerên nû ber bi xaka Sûriyê ve kirin rê, her wiha zêdetirî 30 alav ji tangan bi rêya deriyê Kefer Losîn ê sînorê bakurê Idlibê re ber bi nuqteya Tirkiyê li bajarokê Morik a gundên bakurê Hemayê ve çûn.

Şevê din jî komeke leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji 50 erebeyan li ser nuqteyên çavdêriyê li Til El-Eîs gundên başûrê Helebê, Til Tofan û Sirman gundên rojhilatê Idlibê ve belav bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê teqez kir ku di 24`ê Gulanê de, komeke leşkerên nû yên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bûn, ew ji gelek alavan ku li ser wê madeyên lojistîkê û leşkerî hebû ber bi nuqteyên Tirkiyê li Şîr Mixar li çiyayê Şehşibû bakur rojavay Hemayê ve ketin rê, di demeke ku topbarana zêde li ser herêmên cuda li gundên Idlib û Hemayê pêk tê.