HPG`ê nasanameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du gerîlayên ku di 29’ê Gulanê de di bombebarana hewayî ya li ser Zapê de şehîd bûne eşkere kir.

HPG`ê nasanameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkerekirin
30 gulan, 2019   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî li dar xistiye û di wê êrîşê de du gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

"Balefirên dewleta Tirk a dagirker 30’ê Gulana 2019’an saet 00:00- 00:30’î li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hewayî pêk anîne.

Di 30’ê Gulanê saet di navbera 00.00 û 00.30’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Tepê Sor û Dola Konferansê yên herêma  Avaşîn, saet 07.45’an de jî li herêma Çemço ya Geliyê Zapê bomberdûman kiriye.

29`ê Gulanê saet 09.30’î dîsa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li herêma Kuro Jehro û Werxelê ya Geliyê Zapê, saet 22.00 û 22.30’î dîsa Girê Amediyê yê Geliyê Zap bomberdûman kiriye.

Di vê bomberdûmana li herêma Geliyê Zapê pêk hatî de rêhevalên me Adil û Rênas şehîd bûne. Nasnameya rêhevalên me yên şehîd bûyî wiha ne;

Nasnav: Adil Semsur

Nav û paşnav: Mehmet Çoban

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Geliyê Zapê

Nasnav: Rênas Botan

Nav û paşnav: Mehmet Zakîr Temel

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayikê: Reyhan

Navê bav: Şahîn

Cih û dîroka şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Geliyê Zapê

Rêheval Adil Semsûr di sala 1986’an de li Semsûrê ji dayîk bûye û di ciwaniya xwe de zilma dijmin a li ser gelê Kurd dîtiye. Rêheval Adil piştre tevlî nav xebatên ciwanan bûye û ji ber zextên dijmin ji neçarî berê xwe daye Ewropayê. Rêheval Adil pergala kapîtalîst a Ewropayê qebûl nekiriye û di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Adil ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye û peywir û berpirsyariyên xwe baş bi cih aniye. Rêheval Adil li hemberî dijmin di refên pêş de têkoşiyaye. Heta kêlîka ku şehîd bûye nîşanî me daye ku divê girêdayîna bi gel û Rêbertiyê çawa be.

Rêheval Rênas jî di sala 1990’an de li Sêrtê ji dayik bûye û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş ve biriye. Rêheval Rênas hemû peywirên ku tevgerê daye wî, bêyî kêmanî bi cih aniye û bi helwesta rêxistinî û îdeolojîk li dijî dijmin têkoşiyaye.

Malbatên rêheval Adil û Rênas di serî de, em sersaxiyê ji bo hemû malbatên welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bigihînin serfiraziyê."