Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de

Herêmên Helebê di pêleke germahiyê re derbas dibe û foca agirkujiyê jî 32 rewşên şewatên pûş, hawîrdor û çandiniyên hundirê bajêr û gundewarên wê di 24 saetên borî de, qeyd kirine.

Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de
Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de
Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de
Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de
Foca agirkujiyê ya Helebê: 32 şewat di rojekê de
30 gulan, 2019   12:53
HELEBÊ

Pêla germahiya zêde bû sedema şewatên hawîrdor û pûşên di hundirê bajarê Helebê û bejahiyên wê de. Duh çarşemê foca agirkujiyê ya Helebê 32 rewşên şewatê qeyd kirin. Ji wan jî şewatên mal û depoyên li derdorên bajêr in.

Bi bilindbûna pileya germahiyê, kolanên bajêr ji çûn û hatinê di saetên nîvro de vala dibin. Lê di saetên êvarê de kolanên bajêr, bi taybet bi belavbûna kelmêşan bi sedema germa û wêrankirin û çopên derdor de komkirî û di nava paşguhkirina şaredariya ya reşandina derman, tijî dibe.

Bajêr û bejahiyên wê di hefteya borî de, di rewşa rêzeşewatan re derbas bûn, weke şewata kargeha pelikan a li herêma pîşesaziyê ya Şêx Necar, şewata zêdetirî 50 erebeyên hatine bikaranîn ên di keraca Henano rojhilatê Helebê, şewata dawî jî li derdora sûka Bab El-Cinên û derdora mizgefta El-Enwar a taxa Mêrîdiyan û ji wê jî zêdetir şewata gelek erebe di encama bikaranîna benzîna dûbarekirî ya lez pê dikeve, bi taybet bi rabûna pileya germahiyê re.

(fr)