Rêveberiya Dibistanên Serêkaniyê ji bo sala bê amadekariyan dike

Endamê rêveber ê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Herêma Serêkaniyê diyar kir ku dê dest bi perwerdekirina mamosteyan li ser du beşan bikin da ku hejmara mamosteyan li Serêkaniyê zêde bikin.

Rêveberiya Dibistanên Serêkaniyê ji bo sala bê amadekariyan dike
29 gulan, 2019   07:53
HESEKÊ-BASÊL REŞÎD

Piştî belavkirina karnameyên dawiya sala xwendinê ya 2018-2019`an û ji bo derbaskirina kêmasiyê salê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî guhertinên ku di materyalan de çêkirine,  hewl dide mamosteyan ji bo sala xwendinê ya 2019-2020`an amade bike.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Serêkaniyê Mihemed Haco ji ajansa me re diyar kir ku bi rêya materyalan gelek destkeftî ji aliyê pêşxistina perwerdeyê ve bi dest xistine. Di materyalan de aktîfkirina rola xwendekaran tê armanckirin.

Tê payîn ku bi destpêkirina sala xwendinê ya bê re hejmara dibistanan li Serêkaniyê zêde bibin û li gorî wê mamosteyên xwedî tecrube û pispor werin amadekirin. Di vî warî de Heco got: "Em girîngiyê didin perwerdeyên mamosteyan û materyalên Rêveberiya Xweser. Ji ber ku perwerde pergal û kevirê bingehîn ê guhertina civakê ye. Li ser wê em amadekariyên pêşwazîkirina sala xwendinê ya bê dikin. Em mamosteyên herêmê li ser materyal û şêwazên wanedayînê amade dikin. Ji ber ku rola mamoste di fêrkirina nifşan de çalak û bingehîn e."

Perwerdeyên mamosteyan li Serêkaniyê ji ber hejmara zêde dê li ser 2 beşan dest pê bikin. Beşa yekemîn di 22`yê Hezîranê heya 16`ê Tîrmehê û beşa din ji 20`ê Tîrmehê heya 13`ê Tebaxê ye.

Heco îşaret pê kir ku ew ê di perwerdeyên mamosteyên asta seretayî de girîngiyê bidin şêwaza wanedayînê, bîrkarî, zanyarî, zimanê dayikê, rêbazên çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran û di her du astên navîn û amadehî de dê mamosteyan di akademiyên branşan de yên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, her yek li gorî pisporiya xwe tevî rêbazên wanedayînê werin perwerdekirin.

Di dawiyê de Heco destnîşan kir ku hindek şaşî di materyalan de derketin û Komîteya Materyalan hewl da sererast bike û ji nû ve amade bike û wiha got: "Mamoste dê tev li dewreyên bîrdozî bibin. Li ser rexneyên şêniyan me guhertin di materyalên tevahiya astên xwendinê de çêkir."

Tê destnîşankirin ku hejmara mamosteyan li herêma Serêkaniyê sala bê zêde bibe û bigihîje hezar û 600 mamosteyan.

(şx)

ANHA