Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan

Bi navê "Mewahib" (behre) pêşangeheke destkariyên zarokan li Reqayê hate vekirin.

Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
Li Reqayê pêşangeha berhemên zarokan
26 gulan, 2019   11:54
REQA

Ji bo pêşxistina behreyên zarokan, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê pêşangeheke pîşeyî li Navenda Çand û Hunerê ya li navenda bajêr vekir. Tê de destkarî û tabloyên hunerî yên zarokan têne pêşandan.

Di vekirina pêşangehê de endamên meclisên herêmî û meclisa sivîl a Reqayê, Komîteya Ciwan û Sporê û bi dehan malbatên zarokên ku beşdarî pêşangehê bûn, amade bûn. Deriyê pêşangehê ji aliyê dayîka şehîd Feysel El-Elî û endamên Saziya Malbatên Şehîdan hate vekirin.

Di pêşangehê de wêneyên hunerî û destkariyên zarokan hatin çêkirin, mîna mijarên xwezayê, jin û êşa ku dîtine, hatin pêşandin.

Di çalakiyên pêşangehê de komîteyê zarokên beşdar xelat kirin.

ANHA