Şêniyên Dirbêsiyê ji bo ewlehiya herêmê û rizgarkirina Efrînê bi hêvî ne

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê hêvî kir ku ewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibe û di demeke nêz de Efrîn rizgar bibe.

Şêniyên Dirbêsiyê ji bo ewlehiya herêmê û rizgarkirina Efrînê bi hêvî ne
25 gulan, 2019   05:39
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Rojiya îsal anku meha Remezanê ji yên berê cudatir e, ji ber ku piştî têkbirina DAIŞ’ê herêm ji salên berê ewletir e û ev yek jî bi têkoşîna QSD`ê pêk hat.

Gelek şêniyên navçeya Dirbêsiyê der barê meha rojiyê û nêzikbûna cejna Remezanê de ji ANHA`yê re nêrîn û hêviyên xwe vegotin.

Welatiyê bi navê Hemîd Mihemed wiha got: "Rojiya îsal ji yên berê cudatir e, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê têk çûn û hêzên me bi ser ketin û ewlehî li herêmên me belav bû."

Welatiyê bi navê Ismet Mihemed hêvî kir ku ev meh bibe meha xêr û hezkirinê di nav şêniyan de, meha bidawîbûna aloziya Sûriyê, rizgarkirina hemû hêrêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, her wiha nêzîkbûna cejnê li hemû pêkhateyan pîroz kir.

Her wiha welatiyê bi navê Mehmûd Ehmed hêvî kir ku Efrîn di demeke nêz de rizgar bibe û şêniyên wê vegerin ser axa xwe.

Ebdo Oskan jî spasiya şervanên QSD, YPJ û YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku ewlehî ji wan re peyda kirin. Oskan hêvî kir ku rojên pêş bi serkeftinên mezin ji hêzên wan ên leşkerî re tijî be û aştî li hemû Sûriyê belav bibe.

(jo)

ANHA