Koma Ensarellah li dijî balafirgeha Necran êrîş pêk anî

Koma Ensarellah îro ragihand ku wan li dijî balafirgeha Necran a başûrê rojavayî Siûdiyê, bi firokeyên bêpîlot êrîşeke hewayî pêk aniye.

Koma Ensarellah li dijî balafirgeha Necran êrîş pêk anî
22 gulan, 2019   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra a nêzî koma bi navê Ensarellah a Hûsiyan ragihand ku çeka hewayî ya girêdayî komê bi balafira cureya "Key2" êrîşek bir ser balafirgeha Necranê.

Tê zanîn ku koma Ensarellah êrîşên xwe yên bi moşekan li dijî Erebistana Siûdî dewam dike.

 (eh)