Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê alîkarî belav kir

Bi boneya meha Remezanê Meclisa Malbatên Şehîdan 83 parên xwarinê li malbatên şehîdan ên li rojhilatê bejahiya Dêrazorê belav kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê alîkarî belav kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê alîkarî belav kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê alîkarî belav kir
Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê alîkarî belav kir
22 gulan, 2019   08:53
DÊRAZOR

Bi armanca alîkariya malbatên şehîdan ên xizan û bi boneya meha Remezanê, îro Meclisa Malbatên Şehîdan 83 parên xwarinê  bi rêya meclis û komînan li herêma El-Siwer, Besra û Ebû Hemam belav kirin.

Alîkariya ku hatiye pêşkêşkirin, ji torbeyeke birinc (10 kg), 5 teneke zeyt, şekir, torbeyekî savar, nok, nîsk û xwê pêk tê.

Tê payîn ku Meclisa Malbatên Şehîdan li Dêrazorê parên xwarinê li 500 malbatên şehîdan belav bike.

(eh) 

ANHA