Bi hezaran hêktar zevî li Eyn Îsayê şewitî

Li gundewarê navçeya Eyn Îsayê bi hezaran hêktarên zeviyên çandinî şewitî.

Bi hezaran hêktar zevî li Eyn Îsayê şewitî
20 gulan, 2019   13:29
EYN ÎSA

Di saet 10’ê sibehê de agirekî gur bi zeviyên çandiniyê yên li aliyên rojava başûrê navçeya Eyn Îsayê ket û bi hezaran hêktarên çandinî şewitand.

Li gorî texmînkirinên şêniyan, agir ji gundê Xalidiya Şiyox li aliyê rojhilat ê gundê Ebû Sosê ber bi gundên Nasiriyê, Miwêleh bi aliyê rojhilat ve bi rûpîvana kinahiya 10 km û dirêjahiya zêdetirî 10 km jî, bêke.

Hêjayî gotinê ye ku tenê erebeyek agirkujiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeyê heye, ew jî dereng gihişt cihê şewatê.

Ev şewat ya duyemîn e di vê hefteyê de radibe. 17’ê Gulanê zêdetirî 800 hêktar li aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsayê de şewitî.

 (fr)

ANHA