Hêzên rejîmê malên sivîlên li gundewarên Dêrazorê dişewitîne

Hêzên rejîmê gelek malên eşîra El-Şihêtat li Dêrazorê şewitandin û li endamên eşîrê ferz dike ku yan vegerin malên xwe yan jî malên wan dê bên şewitandin.

Hêzên rejîmê malên sivîlên li gundewarên Dêrazorê dişewitîne
20 gulan, 2019   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan dîmenek li ser malperên torên civakî ji gundewarên Dêrazorê belav kirin ku tê de kesek diaxive û dibêje leşkerên hêzên rejîmê malbatên eşîra El-Şihêtat ên ku venagerin malên xwe, şewitandin.

Di dîmenan de mala yek ji sivîlan dişewite û dibêje ku endamên ji hêzên rejîmê ku desteka xwe ji Îranê digirin, mal şewitandin û reviyan û gotin "Yan hûn ê vegerin malên xwe yan jî dê malên we bişewitin."

Li aliyekî din çavkaniyan got sivîlên li herêmên gundewarên Dêrazorê yên di bin kontrola hêzên rejîmê û çekdarên Îranê de kêm in û sivîlên li wir neçar man ku mezbeha şîe qebûl bikin.

Der barê mijarê de çavkaniyan got hêzên rejîmê û Îranê hewl didin çalakiyên guhertina demografîk li bajarê Dêrazorê û gundewarên wê pêk bînin, ew welatiyên şîe li şûna welatiyên resen bi cih dike.

Eşîra El-Şihêtat yek ji eşîrên mezin li herêmê ye, di sala 2014`an de DAIŞ`ê komkujiyek der heqê wan de pêk anî, tê de hezar kes ji eşîrê kuştin.

(jo)

ANHA