Mala Êzidiyan 2 zarokên rizgarkirî wergirtin

Rêveberiya Kampa Holê 2 zarokên êzidî piştî ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Mala Êzidiyan 2 zarokên rizgarkirî wergirtin
18 gulan, 2019   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê piştî tedbîrên pêwîst, 2 zarokên êzidî ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, ji rêveberiya kampa Holê wergirtin.

Şervanên QSD`ê zaroka bi navê Wetfa Newaf Xidir (10) a ji gundê Solax ê Şengalê û Ceylan Cofî Xidîda (11) a ji gundê Til Ezîz di meha Adarê de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li kampa Holê pêwîstiyên tenduristî ji her du zarokan re hatin peydakirin. Rêveberiya kampê îro her du zarok radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrî kirin. Mala Êzidiyan jî dê tedbîrên pêwîst bigire da ku her du zarokan radestî malbatên wan li Şengalê bike.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kar û barên êzidiyên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin bi rê ve dibe. Bi malbat û aliyên peywendîdar re dikeve têkiliyê da ku wan radestî malbatên wan bike.

(bx)

ANHA