Partiya Çepgir di Roja Şehîdan de soza şopa şehîdan nû kir

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek weşand û soz da ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin heta ku serkeftin pêkan dibe.

Partiya Çepgir di Roja Şehîdan de soza şopa şehîdan nû kir
18 gulan, 2019   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û da zanîn ku serkeftinên ku ji avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û destkeftiya mezin bi nav kir, bi saya lehengiya bi hezaran şehîdên pêkhateyên herêmê bû.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 18`ê Gulanê Roja Şehîdan de em bejna xwe li hember rihê şehîdan ditewînin, em soz didin wan em ê têkoşînê heta dawiyê bidomînin û xwîna wan erzan naçe.

Di vê rojê de gelê Kurd li pêşiya bîranînên biêş ku bi sed hezaran ji şêniyên gelê me li dijî hêzên dagirker, di zindan û girtîgehan de di hemleyên qirkirinên komî de ku heta niha didome û di nav de hemleyên ku bi çekên kîmyasal şehîd bûn, disekinin.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd dan. Serkeftinên mezin pêk anîn û deskeftiyên mezin bi dest xistin û zêdetirî ji sedî 35 ji xaka Sûriyê rizgar kirin, bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, serkeftina mezin bi saya xwîna şehîdan ên şervanên QSD, YPG û YPJ`ê pêk hat.

Hemû hêzên dijber ji van serkeftinên mezin ne rehet bûn, di her firsetekê de hewl didin bi komplo û planan van destkeftiyan têk bibin, bi taybet dewleta Tirk û rejîma Sûriyê. Lê îradeya gelan mezin e û ew ê bi ser bikeve. Gelê me dê bi hêzên xwe yên çekdar gefên Tirkiyê têk bibe û parastina destekftiyan bike. Gelê me gelekî li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê, Ezaz, Bab û Cerablusê nasekine, rizgarkirina Efrînê ji armancên sereke ne, ji bo vegera Efrînê li gelê wê, her wiha gelê me gefên rejîmê ku bila xweşik nas bike rewş venagere beriya sala 2011’an ku divê Sûriyê demokratîk bibe û azadî pêk were.

Careke din em bejna xwe li hember şehîdan xwar dikin, şehîdên azadiyê û şehîdên Partiya Çepgir; Ismaîl Kenco, Azad Hesen, Xebat Ferhan, Şivan Çeçan, Ehmed Badilî, Mistefa Lalo, Umîd Berkel, Malik Celo û Ebdilrehman Seîd.

(jo)

ANHA