Dewleta Tirk çeteyên xwe ji Heyet Tehrîr El-Şam re dişîne

Artêşa Tirk a dagirker komên çete yên girêdayî xwe dişîne Efrîn û Ezazê yên bakurê Sûriyê û bejahiya bakurê Hemayê da ku destekê bidin Heyet Tehrîr El-Şam di şerê li dijî hêzên rejîmê de ku destekê ji Rûsyayê werdigirin.

Dewleta Tirk çeteyên xwe ji Heyet Tehrîr El-Şam re dişîne
18 gulan, 2019   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî dîmenek kişand ku tê de xuya dibe ku karwanek ku ji sedan çeteyan pêk tê ku bi rêya korîdora gundê Xezawiye yê başûrê Efrînê berê xwe didin bejahiya bakurê Hemayê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tikr a dagirker çeteyan dixe nava şerê li dijî hêzên rejîmê da ku destekê bidin Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ku di nava lîsteya terorê ya cîhanî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên rejîmê yên destekê ji Rûsyayê werdigirin, êrîşî bejahiya bakurê Hema, rojavayê Heleb, rojhilatê Laziqiye û parêzgeha Idlibê ya di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên çete de dikin. Balafirên şer ên Rûsyayê rojane sivîlan dike armanc û wan dikuje û ji ber wê jî bi hezaran malbat koçberî Efrînê bûne.

ANHA