Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin

Komîteya Avê  ya Meclisa Sivîl a Reqayê laboratûvara analîzkirina ava vexwarinê di stasyona pompa avê ya sereke de vekir.

Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
Li Reqayê laboratûvara avê hate vekirin
15 gulan, 2019   15:15
REQA

Bi armanca paqijkirin û analîzkirina avê, Komîteya Avê  ya Meclisa Sivîl a Reqayê îro bi merasîmekê laboratûvarayeke analîzkirina ava vexwarinê di stasyona pompa avê ya sereke de vekir.

Di merasîmê vekirinê de endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, xebatkarên stasyona sereke ya paqijkirina avê ya Reqayê, pisporên Komîteya Avê û bi dehan endamên saziyên sivîl amade bûn. Deriyê laboratûvara ji aliyê rêvebirê Girînendeya Avê ya Şaredariya Gel Casim Xelef hate vekirin û beşdar li avahiya laboratûvarayeyê geriyan.  

Xebatkarê laboratûvarayeyê Telal El-Camûs li ser girîngiya vekirina laboratûvara axivî û wiha got: "Armanca me ya serkeke parastina tenduristiya welatiyan, ji ber vê yekê me ev laboratûvara  vekir da ku ava paqij bighêje şêniyan."

Komîteya Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê de di gihandina avê ji şêniyan re gelek zehmetî kişand, ji ber rûxandina li taxên bajêr ku di encamê de xetên avê zerar dîtin.

ANHA