Dewleta Tirk li Başûr sivîlek qetil kir

Li Çiyayê Botê ya herêma Barzan a ser bi Hewlêrê di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de welatiyê 50 salî yê ji gundê Pêndiro hate qetilkirin.

Dewleta Tirk li Başûr sivîlek qetil kir
15 gulan, 2019   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê li Çiyayê Botê ya herêma Barzan a ser bi Hewlêrê di encama bombebarana dewleta Tirk de welatiyê 50 salî yê bi navê Kazim Elî  şehîd bû. Welatiyê şehîd bûyî li bajaroka Behirke dijiya.

Hate ragihandin ku Kazim ji bo komkirina pinçar çûye wê herêmê.

Ji bo wergirtina cenaze dewleta Tirk destûra 20 kesan daye biçin çiyayê Botê.