Pompeo û Pûtîn li hev dicivin

Serokê Rûsyayê Pûtîn îro bi wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo re rûdine da ku nakokiyên di navbera her du welatan de ên der barê Sûriye, Îran, Ukrayna û Venezuleayê û bêçekbûnê de nîqaş bikin.

Pompeo û Pûtîn li hev dicivin
14 gulan, 2019   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Pûtîn îro pêşwaziya wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  Mike Pompeo dike da ku îstiqrarê di têkiliyên nakokiyên zêde di navbera her du welatan de tesbît bikin.

AFP`ê ragihand ku di wextekê de ku nakokiyên zêde di navbera Washington û Moskovê de û di serî de der barê Sûriye, Îran, Ukrayna û Venezuela û meseleya bêçekbûnê de, divê Pompeo rêbazeke baş bibîne da ku dan û standinê bi Rûsyayê re bike, di demekê de ku serokê wî Trump hewl dide nêzî Moskovê bibe.

(jo)