`Rojava xeyalên helbestvanan di pêşxistina zimanê kurdî de pêk anî`

Mamosteyên bajarê Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê da zanîn ku kovara Hawar ku di sala 1932’yan de derket, gava pêşketina zimanê kurdî ye û destnîşan kir ku şoreşa Rojava xeyalên helbestvanan ên pêşketina zimanê kurdî pêk anîn.

`Rojava xeyalên helbestvanan di pêşxistina zimanê kurdî de pêk anî`
14 gulan, 2019   11:19
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Bi rasthatina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re ku rastî gelek hewldanên qirkirin û helandina ji aliyê desthilatdarên li ser Kurdistanê ve, ku bi her awayekî xwestin Kurdan ji zimanê wan qut bikin lê nikarîbûn, di şoreşa Rojava de, Kurdan dikaribû zimanê dayikê bi pêş bixin û gavên mezin biavêjin. Her wiha gelek materyalên xwendinê bi zimanê kurdî û xwendina wê li dibistan û zanîngehan amade kirin.

Der barê mijarê de, gelek mamosteyên zimanê kurdî yên bajarê Serêkaniyê ji ANHA`yê re axivîn û teqez kir ku gelê Kurd bi saya şehîd û berxwedana xwe ji dijmin re îsbat kir ku zimanê kurdî çavkaniya sereke ji bo pêşxistina şaristaniya demokratîk a li Rojhilata Navîn e.

Mihemed Haco endamê rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Serêkaniyê di destpêka axaftina xwe de Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kirin ku ev roj rojeke pîroz e li cem gelê Kurd, ji ber ew rojeke nû û Newrozeke din e.

Haco diyar kir ku nivîskar û helbestvan Mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe yên rewşenbîr kovara bi navê Hawar bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî derxistin û li paytexta Sûriyê Şamê gaveke pêşketî di zindîkirina zimanê kurdî de bû. Haco di dawiya axaftina xwe de roja 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî mîna rojeke nû ji gelê Kurd re bi nav kir.

Mamoste Eyişe Elî jî axivî û da xuyakirin ku ji dîrokê gelê Kurd rastî zehmetiyê hat û bi hezaran şêniyên wê ji bo gihandina vê rojê bûn qurban.

Eyişe teqez kir ku ew wek mamosteyên zimanê kurdî ew ê bi erka ku ser milê wan dikeve, bixebitin da ku zimanê dayikê bi pêş bixin.

Her wiha endama rêveberiya dibistanên bajarê Serêkaniyê Istêra Reşik jî destnîşan kir ku di şoreşa Rojava de zimanê kurdî ber bi pêvajoyeke nû ve ji pêşketina di hemû aliyan de diçe, taybet di aliyê perwerde û materyalên zimanê kurdî de, bi wê yekê xeyalê helbestvan û rewşenbîrên têkoşer ji bo zindîkirina zimanê kurdî pêk tê.

Istêra di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê her kes di çarçoveya karê xwe de ji bo pêşxistina zimanê kurdî bixebite û zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li hemû Rojhilata Navîn.

(jo)

ANHA