Dilşêr Idlibî: Idlib ber bi şewitandinê ve diçe

Dilşêr Idlibî diyar kir ku rewşa niha niyetên peymanên Tirkiye û Rûsyayê der barê Idlibê de eşkere dike. Idlibî destnîşan kir ku parêzgeh ber bi şewitandinê ve diçe û tekez kir ku peyman ew e ku rejîm û Rûsya bi qasî 20 mîl bikevin nava axa Idlibê.

Dilşêr Idlibî: Idlib ber bi şewitandinê ve diçe
13 gulan, 2019   08:26
ŞEHBA - CAFER CAFO

Ajansa me ANHA’yê bi berdevkê fermî yê Ceyş El-Siwar re der barê parêzgehên Idlib, bejahiyên Hemayê, Heleb û Laziqiyê de ku şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê ji aliyekî ve û komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji aliyekî dîtir ve li wan deveran dibin, hevpeyvîn kir.

Idlibî raber kir ku bombebarana hewayî ya balafirên şer ên Rûsyayê û ji wê jî zêdetir obus, moşek û bermîlên teqandinê li ser herêmên qaşo bêçek ku artêşa dagirkeriya Tirk îdia dike ku bi ser wê ve ye, piştî gera 12’emîn a civînên Astanayê zêde bûn.

Dilşêr bi bîr xist ku piştî çend rojan ji topbaranên rejîma Sûriyê, rejîmê karî serweriya gelek bajarokên bejahiyên parêzgeha bakurê Hemayê bikira û li hemberê jî garantora Tirk bê deng e.

Idlibî hin niyetên ku di navbera hêzên navneteweyî de li Idlibê dibin eşkere kir û wiha da zanîn: "Hin agahî gihîştin me ku Rûsya û rejîma Sûriyê dê bi qasî 20 mîl bikevin nava Idlibê, ku ew jî di nava hevpeymana ku Tirkiyê û Rûsya de çêbûyî de ye."

Idlîbî diyar kir ku civînên Astanayê neketin berjewendiyên gelê Sûriyê û wiha got: "Ev gel dê bi ku ve biçe? Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û li gel peymanan bi hezaran sivîl koçî cihên nediyar dibin."

Idlibî wiha domand: "Em li benda civîna awarte ne ku Meclisa Ewlehiyê ku dê der barê Idlibê de li dar bixe. Lê tevî pirbûnên civînan û şibandinên wekî hev, em zêde ne kêfxweş in ji bo vê."

Berdevkê fermî yê Ceyş El-Siwar Dilşêr Idlibî di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Heke nîqaş û însiyatîf der barê çaredîtina van wêran û siyaseta qirkirinê re neyên dîtin, dê Idlibêber bi şewitandineke mezin ve biçe ku di dîrokê de mîna wê nehatiye kirin. Heke herêmên ku artêşa Tirk dagirkiriyê wek heyî man, dê bi awayekî berovajî xetereya wê vegere ser herêmên dîtir ên Sûriyê."

(fr)

ANHA