Li Reqayê teqîn

Li navenda bajarê Reqayê mayinek teqiya û di encamê de ziyan gihaşt erebeyeke sivîl.

Li Reqayê teqîn
13 gulan, 2019   07:21
REQA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji bajêr ragihand, mayineke ku di bin erebeyeke sivîl de hatibû bicihkirin, li rex Baxçeyê Spî yê li navenda bajarê Reqayê teqiya. Di encama teqînê de tenê ziyan gihaşt erebeyê.

Tîmên destwerdana destpêkê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn yekser berê xwe da cihê teqînê û dest bi lêkolînê kir.

(eh)

ANHA