Dîmenên çalakiya gerîla ya 4’ê Gulanê

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 4’ê Gulanê li Şemzînan li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk a dagirker pêk hatiye, weşandin. 

Dîmenên çalakiya gerîla ya 4’ê Gulanê
12 gulan, 2019   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla weşandin ku di 4’ê Gulanê de li dijî qereqola Bêzokê ya navçeya Şemzînan a Culemêrgê pêk hatiye. Hate ragihandin ku çalakî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de pêk hatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de li ser çalakiyê agahiyên berfireh weşandibûn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 4'ê Gulanê saet di 14:10'an de li navçeya Şemzînan a Culemêrgê, hêzên me li dijî baregeheke dijmin a li ber qereqola Bêzokê çalakiyek pêk anî. Hêzên me xwe berda nava baregehê û ji nêz ve bi rêbaza birûskê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê hêzên me. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 leşkerên dijmin û dest danîn ser çekên wan. 7 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên dijmin dibe ku zêdetir be. Di encama çalakiyê de 5 çekên ferdî yên G-3, çekeke BKC a otomatîk, rextê çeka G-3, zincîrek BKC û kaskekî hêzên dijmin ketin destê hêzên me.

Hêzên TC ên dagirker ku di vê çalakiyê de derba giran xwarin, derdora qada çalakiyê û gundên Sîrvan û Helena bi helîkopterên bi tîpa Kobra û çekên giran bombe kirin. Piştre jî xwestin li qadê lêgerînê bikin. Di vê demê de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin nehate tespîtkirin.

Çalakî weke bersiva li êrîşên li dijî dayikên Kurd ên fedakar û gelê me hate kirin. Hêzên me di van çalakiyan de zerar nedîtin.”