Dîwarê dagirkerî li Efrînê lêdike, li Amûdê hate şermezarkirin

Bi diruşma"Bi rihê Avesta em ê têkoşînê bilind bikin û faşîzmê têk bibin" bi sedan şêniyên navçeya Amûdê meşiyan û lêkirina dîwarê parçebûnê li derdora Efrînê ji hêla artêşa dagirkeriya Tirk ve şermezar kirin.

Dîwarê dagirkerî li Efrînê lêdike, li Amûdê hate şermezarkirin
Dîwarê dagirkerî li Efrînê lêdike, li Amûdê hate şermezarkirin
Dîwarê dagirkerî li Efrînê lêdike, li Amûdê hate şermezarkirin
12 gulan, 2019   13:39
QAMIŞLO

Girseya şêniyan wêneyên pitikên Efrînê yê di komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne bi nivîsên "Erdogan kujerê zarokan e", "Zarokên Efrînê rizgar bikin", "Qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin" û "Na ji şerê li dijî zarokan re" û ji wê jî zêdetir pankartên bi nivîsên "Bimre dagirkeriya Tirk", "Bi vîna jinan em ê dagirkeriyê têk bibin", "Dagirkeriya Tirk...dagirkeriya dizî û talanê ye", "Meşa gelan li dijî dewleta Tirk e" û "Na ji dagirkeriya Tirk re", wêneyên şehîd Avesta Xabûr, alên YPG, YPJ, QSD û Kongreya Star hildan.

Meş ji pêş Qada Jina Azad a rojhilatê navçeya Amûdê destpê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Meşvaan diruşmên "Bijî berxwedana Efrînê"," Bijî Berxwdana Serdemê"," "Erdoganê, terorîst, kujer bimre"," Bajarê Efrînê yê efrîniyan e" û " dagirkerî dewam nake û şêniyên Efrînê dê vegerin" berz dikirin.

Girse li pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li naverasta navçeya Amûdê sekinîn. Dûvre hevseroka Meclisa navçeya Amûdê Selwa Silêman axivî û diyar kir ku artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê siyaseta koçberkirinê û talankirinê dimeşînin û wiha domand: "Guhartina demografîk şahîdeya dîroka reş a dagirkeriya Tirk li Efrînê ye."

Selwa Silêman destnîşan kir ku kîna desthilata dagirkeriya Tirk li dijî Gelê Kurd gihaşt asta lêkirina dîwarê parçekirinê da ku Efrîn ji Sûriyeyê qut bike  û wiha got: " Tirkiyê hemû hevpeyman û qanûnên navdewletî li pêş çavên civaka nadewletî binpê dike."

Meş bi diruşmên şermezarkirina lêkirina dîwarê parçebûnê li derdora Efrînê û siyseta kiryarên li dijî şêniyên Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA